Meşa ciwanan ya ji bo azadiya Rêber Apo destpê kir

Ciwanên Kurd û yên enternasyonalîst ên li Ewropayê, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li bajarê Kolnê yê Elmanyayê meş dan destpêkirin.

Meşa ciwanan ya ji bo azadiya Rêber Apo destpê kir
10 îlon, 2025   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên Kurd û şoreşgerên enternasyonalîst ên ji welatên cuda yên Ewropayê, li bajarê Koln êAlmanyayê bi dirûşma “Israr di mirovbûnê de israra di sosyalîzmê de ye, Azadî ji Ocalan re” meş dan destpêkirin. Meşa ku nêzî 150 enternasyonalîst tev li bûn, ciwanên Kurd jî eleqeyeke mezin nîşan dan.

Ciwan roja sêşemê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê li hev kom bûn û piştî ku formên serlêdanê tijî kirin, derbasî Koln Eurosall’ê bûn û daxuyaniyeke hevpar dan.

Piştî daxuyaniyê hunermendê TEV-ÇAND’ê Rêber Serhat derkete ser dikê û çalakî bi stran û dirûşman dewam kir. Sibeha çarşemê jî ciwan li qada Wiener Mulheimê li hev kom bûn û bi daxuyaniyek ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya peyamên Rêber Abdullah Ocalan ên dema dawî yên li ser aştî, azadî û civakîbûna demokratîk hate kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Mînaka herî şênber a vê yekê pêvajoya dawî ye ku bi înîsiyatîf, wêrekî û biryardariya Rêber Apo destpê kiriye û pêvajoyeke nûbûnê ya paradîgmayî ye. Ev pêvajo tê wateya dûrketina ji zincîrên reel sosyalîzmê; tê wateya pênasekirineke nû ya demokrasî, azadî û aştiyê.”

Daxuyanî wiha domiya: “Em li vê derê ne ji bo bi hev re bimeşin, şoreşê ava bikin û xwedî enternasyonalîzmeke şênber derkevin. Bi gotinên Rêber Apo; ‘Meşa ji bo azadî û demokrasiyê’.”

Meş dê sê rojan ji Kolnê heta Dusseldorf û Dortmundê dewam bike. Beşdar wê her roj çalakiyên çandî û civînan lidar bixin. Piştre jî bi pênc zimanan wê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Roja dawî Jî wê li Dortmundê beşdarî Mihrîcana Çanda Kurd bibin û bi hev re li peyama bi dîmen a Rêber Apo ya 27 salan temaşe bikin.