Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata têkoşer Şêrîn Omer 

Bi sedan şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî da malbata têkoşer Şêrîn Omer, dayika şehîd Ferhad Dêrik û Îsam Şiblî, ya ku duh koça dawî kir.

Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata têkoşer Şêrîn Omer 
10 îlon, 2025   15:22
QAMIŞLO

Îro, bi sedan şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî da malbata têkoşer Şêrîn Omer, dayika şehîd Ferhad Dêrik û Îsam Şiblî, ku piştî jiyanek tijî têkoşîn û fedakariyê di 75 saliya xwe de koça dawî kir.

Merasîma sersaxiyê ku li Mizgefta Sultan a Dêrikê hate lidarxistin, bi sedan şênî tev lê bûn û dilsoziya xwe bi malbata wê re nîşan da û diyar kir ku mîrateya wê dê di bîra nifşan de bimîne.

Şêrîn Omer ku bi welatparêzî û fedakariya xwe ya ji bo gelê xwe dihat nasîn, roja sêşemê, (9`ê Îlona 2025ˋan), koça dawî kir. Kurê wê Îsam Şiblî, di sala 2015`an de li Şengalê şehîd bû. Her wiha kurê wê Ferhad Şiblî (Ferhad Dêrik), Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 17`ê Hezîrana 2022`an de li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê di êrişa balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê de şehîd bû.

Merasîma sersaxiyê dê heta roja pêncşemê dewam bike.

(k)