Daristanên Belçîkayê dişewitin

Di dîroka Belçîkayê de mezintirîn şewat derketiye û zêdetirî 7 hezar û 400 erd da ber xwe. Şewat nêzî sînorê Almanyayê dibe û xebatên tehliyekirinê têne kirin.

Daristanên Belçîkayê dişewitin
16 tebax, 2026   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li daristana Hayvens a Belçîkayê şewateke mezin derket û zêdetirî 7 hezar û 400 erd daye ber xwe. Şewata nêzî sînorê Almanyayê dibe.

Tîmên agirkujiyê yên ji Belçîka, Almanya û Luksemburgê, digel artêş û cotkaran hewldanên kontrolkirina agir didomînin.

Rayedarên Alman li ser zêdebûna asta dûmanê hişyarî da û ji niştecihên deverên nêzîkî sînor xwest ku ji malên xwe derkevin.

Heta niha ti zirar li malan nehatiye ragihandin. Yekitiya Ewropayê jî ji bo vemirandina agir balafir û helîkopter şandin.

Ev şewat wekî ya herî mezin di dîroka Belçîkayê de hat binavkirin.

(bb)