Cotkar ji mekanîzmeya dayîna pereyên genim ne razî ne

Cotkaran li beramberî mekanîzmeya dayîna pereyên genim nerazîbûna xwe diyar kir û daxwaz kir sîstema bernameya Şam Kaş were rakirin.

Cotkar ji mekanîzmeya dayîna pereyên genim ne razî ne
17 tebax, 2026   02:35
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Cotkar pereyên xwe yên genim li ser hevdû nagirin û neçar dimînin bi rêya bernameya Şam Kaş parçe-parçe pereyên xwe wergirin.

Ji bajarê Hesekê cotkaran nerazîbûna xwe diyar kir û daxwaz kirin ew sîstem were guhertin.

Salih El Ehmed got: "Îsal demsala çandiniyê gelekî baş bû û em gelekî kêfxweş bûn. Lê dayîna pereyên genim gelekî dereng ket. Me erdên xwe biha çandin û em di bin deynan de mane. Em daxwaz dikin ku pereyên me li ser hevdû û zû bidin me. Heke wisa nekin bila genimê me li me vegerînin, em ê li bazarê bifroşin. Divê hikûmet vê pirsgirêkê çareser bike."

Ji herêma Mergedayê Hesan Elî El Nemir bi bîr xist ku ji 2 meh û nîvê wan genimê xwe radest kiriye û ev li gotinên xwe zêde kir "Me bihayê diyarkiribûn qebûl kir, lê heyanî niha pereyên me nedane me. Hemû cotkaran erdên xwe bi deyn çandin û em li bendê bûn piştî mewsimê biqede deynên xwe bidin. Hikûmetê soz dabû ku heyanî destpêka meha tebaxê pereyên hemû cotkaran bide, lê gelekî dereng pereyên me didin. Em ji banka kooperatîf a çandiniyê û aliyên têkildar dixwazin ku pereyên me li ser hevdû bidin û sîstema bernameya Şam Kaş rakin. Bi vî awayî em ziyanê dibînin û nikarin deynên xwe bidin."

Banka kooperatîf a çandiniyê 13`ê tebaxê dest bi dayîna pereyên cotkaran kir. Pere li ser hevdû nayên dayîn û bi rêya bernameya Şam Kaş tê dayîn. Cotkarê ku pereyên wî kêmtirî milyonek lîreyê Sûriyeyê be ya tenê milyonek lîre be pereyên xwe di carekê de digire lê cotkarên ku pereyên wan zêdetirî milyonekî be neçarin ku parçe-parçe wergirin. Cotkar her carekê dikarin tenê milyonekî bigirin.

(np)

ANHA