Danimarkayê destûr da zarokekî danimarkî yê di nava DAIŞ`ê de vegere welêt

Dadgeha Bilind a Danimarkayê ferman da Wezareta Karên Derve ku ji bo vegerandina zarokê danimarkî yê di nava DAIŞ`ê de, alîkariya pêwîst pêşkêş bike.

 Danimarkayê destûr da zarokekî danimarkî yê di nava DAIŞ`ê de vegere welêt
31 tebax, 2024   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Bilind a Danimarkayê biryarek da û li gorî wê ferman da Wezareta Karên Derve ku ji bo vegerandina zarokê danimarkî yê di nava DAIŞ`ê de, alîkariya pêwîst pêşkêş bike. Zarok tevî dayika xwe li Kampa Roj a bajarê Dêrikê dimîne ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê ne.

Zarokê bi navê E. sala 2016`an li Sûriyeyê ji dayik bûye û ji 2019`an ve bi dayika xwe re li kampên ji malbatên DAIŞ`ê re hatine diyarkirin, dimîne.

Dayika wî ji Somaliyê ye ku sala 2001`an nasnameya danimarkayê wergirtiye. Tevî hevjînê xwe sala 2014`an tev li DAIŞ`ê li Sûriyeyê bûye. Sala 2020`an nasnameya wê ya danimarkî jê hate kişandin.

Hikumeta Danimarkayê destûr da ku zarokên danimarkî yên di nava DAIŞ`ê de vegerin welatê xwe. Tenê ev zarok ji ber rewşa dayika wî, venegerand.

Bi sedan malbatên çeteyên DAiŞ`ê yên biyanî di kampên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dijîn. Her wiha zêdetirî 19 hezar çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de girtî ne û li benda darizandinê ne. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li hêzên navneteweyî dike ku di darizandina wan û vegerandina wan li welatên wan de, alîkarî û hevkariya wê bikin. Lê desthilatên wan welatan, vê bangewaziyê red dikin.

(şx)