Sersaxî dan malbata şehîd Hanî El Xelef 

Şêniyên bajarê Amûdê sersaxî ji malbata şehîd Hanî Xelef El Xelef re xwest.

Sersaxî dan malbata şehîd Hanî El Xelef 
Sersaxî dan malbata şehîd Hanî El Xelef 
Sersaxî dan malbata şehîd Hanî El Xelef 
Sersaxî dan malbata şehîd Hanî El Xelef 
Sersaxî dan malbata şehîd Hanî El Xelef 
Sersaxî dan malbata şehîd Hanî El Xelef 
Sersaxî dan malbata şehîd Hanî El Xelef 
Sersaxî dan malbata şehîd Hanî El Xelef 
Sersaxî dan malbata şehîd Hanî El Xelef 
Sersaxî dan malbata şehîd Hanî El Xelef 
Sersaxî dan malbata şehîd Hanî El Xelef 
31 tebax, 2024   14:33
QAMIŞLO

Endamên saziyên Rêveberiya Xweser û bi sedan şêniyên bajarê Amûdê û gundên wê berê xwe d konê sersaxiyê yê şehîd Hanî Xelef El Xelef. 

Hanî El Xelef (35) bavê 5 zarokan e, ji ber şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên çekdar de 2012’an ji Helebê koçber bûbû û li gundê Um Rebî ê rojhilatê bajarê Amûdê bi cih bû. Hanî El Xelef di kargeheke blastîkan de dixebitî 29’ê Tebaxê di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Cenazeyê şehîd Hanî El Xelef li ser daxwaza malbata wî duh li gundê Um El Rebî hate veşartin.

Konê sersaxiyê yê şehîd Hanî El Xelef li gundê Um El Rebî hate vedan. Şêniyan kom bi kom û bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re herikîn bin kon.

Di bin konê sersaxiyê de axaftin hatin kirin. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Mihemed Seîd Ferso bi navê xelkê Amûdê sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina xeta şehîdan da.

Hevserokê Meclisa Bajarokê Topiz Ebdullah Kenan got, yekitiya gelan ji çeka herî pêşketî ya dijmin bihêztir e.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk-Şaxê Amûdê Emar El Qadir  jî anî ziman ku bi taybetî di îslamê de di tevahî netewe û olan de cihê şehîdan girîng e.

Welatiyê bi navê Casim El Casim ê ji gundê Um El Rebî  ji ajansa me re axivî diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên domdar dixwaze gel bide koçberkirin. El casim got: "Tu kes nikare îradeya me bişkîne."

Welatiya bi navê Meha Zoro ya ji bajarê Amûdê sersaxî ji malbata şehîd Hanî El Xelef re xwest û got: "Em li vir in, em erdê xwe naterikînin."

(bb)

ANHA