Dan û standinên Lubnan-Îsraîlê di medyaya erebî de

Çavdêran diyar kir ku dan û standinên di navbera Lubnan û Îsraîlê de gengaz xuya dikin, lê ew di bin barê nakokiyên navxweyî û herêmî yên tevlihev de dimînin, lewma çareseriyeke berfireh a nêzîk ne pêkan e.

Dan û standinên Lubnan-Îsraîlê di medyaya erebî de
15 nîsan, 2026   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro li ser pêvajoya dan û standinên di navbera Lubnan û Îsraîlê de yên di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de nivîsîn.

‘GELO NIHA TÊKILIYEK DI NAVBERA LUBNAN Û ÎSRAÎLÊ DE GENGAZ E?’

Rojnameya Independent Arabia nivîsî ku civînên nerasterast li Washingtonê di navbera rayedarên lubnanî û dîplomatên îsraîlî de, di bin çavdêriya DYA`yê de, bi armanca gihaştina agirbestek û pêşkêşkirina pêşniyarên ku dikarin rê li ber qonaxeke têgihaştinê vekin, pêk hatine.

Rojnameyê destnîşan kir ku nebûna Hizbullahê di van dan û standinan de faktoreke sereke ye ku rewşê tevlihev dike, ji ber ku ew qebûl dike ku bi Îsraîlê re têkiliyê dayne.

Li gorî rojnameyê, Washington hewl dide bandora Hizbullahê qels bike û pirsgirêka Lubnanê ji hesabên Îranê veqetîne, di heman demê de Îsraîl balê dikişîne ser dûrxistina Hizbullahê ji sînorê xwe yê bakur. Di heman demê de, dewleta Lubnanê di nav dînamîkên hêzê yên guherbar de tevdigere, ku ev yek bû sedem ku ew qebûl bike ku beşdarî danûstandinên Washingtonê bibe da ku bibe gavek yekem ber bi kêmkirina aloziyê ve.

‘GOTÛBÊJÊN BI ÎSRAÎLÊ RE… GELÊ LUBNANÊ ÇAWA LI WAN DINÊRE?’

Sky News Arabia, lidarxistina danûstandinên rasterast ên yekem wekî kêliyek girîng nirxand, tevî ku di hundirê Lubnanê de der barê danûstandinan de nakokî heye. Hin kes wan wekî derfetek dibînin da ku xirabûnê rawestînin, hinên din jî wan wekî encamek zexta leşkerî û siyasî dibînin.

Sky News li ser zimanê şîrovekaran îşaret kir ku danûstandin beşdariya çar aliyên sereke nîşan didin; Lubnan, Îsraîl, DYA û Îran û her pêşveçûnek bi hevsengiyên nazik ve girêdayî ye. Her wiha di nav raya giştî ya li Lubnanê jî cudabûnek eşkere heye di navbera kesên ku piştgiriya kêmkirina aloziyê dikin û yên ku pêvajoya dan û standinê red dikin de.

‘EM Ê KENGÎ BIBÎNIN KU ARAMÎ LI HERÊMÊ PÊK WERE?’

Rojnameya El Şerq El Ewsat nivîsî ku her rêyek ji bo kêmkirina aloziyê li Lubnanê bi pêşketinên di nakokiya berfirehtir a di navbera DYA`ê û Îranê de ve girêdayî ye, bi taybet ji ber êrişên bi mûşek û dronan zêde bûne ku ev guhertinek di şer de nîşan didin. Rojnameyê diyar kir ku Lubnan ji bo vê pevçûnê bûye qadeke vekirî, ev yek krîzên wê girantir dike.

(k)