Dan û standina di navbera Fetih û Hemasê de hat paşxistin

Li gorî berpirsên her du aliyan, dan û standina di navbera Fetih û Hemasê de  ku diviyabû vê mehê li Çînê bihata lidarxistin hat paşxistin.

Dan û standina di navbera Fetih û Hemasê de hat paşxistin
24 hezîran, 2024   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsên Fetih û Hemasê ji ajansa Rueters re da zanîn ku dan û standina lihevhatinê ya di navbera Fetih û Hemasê de ku diviyabû vê mehê li Çînê bihata lidarxistin, hat paşxistin û demê wê nehat diyarkirin.

Di Nîsanê de li Çînê di navbera Fetih û Hemasê de civînek hatibû lidarxistin. Çînê got tevgera Fetih a bi serkêşiya serok Mehmûd Ebas û tevgera Hemasê xwestin lihatinek pêk bê.

Berpirsên ji Fetih û Hemasê gotibûn dê di nîvê Hezîranê de civînek bê lidarxistin.

Berpirsê Hemasê Basim Neîm dabû zanîn ku civîn li gorî daxwaza Fetih hat paşxistin û dema lidarxistina civînê nehat diyarkirin.

Li hemberî wê jî, Fetih diyar kir ku ew pabend e ku di civîna diyalogê de li Çînê bicive.

(mh)