Li Minbicê xeleka xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan

Meclisa bajarokê Farat a kantona Minbicê xeleka xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li dar xist. Beşdarên xelekê destnîşan kir ku ev xelek ji bo belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan li nav gel pir girîng in.

Li Minbicê xeleka xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Minbicê xeleka xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Minbicê xeleka xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Minbicê xeleka xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
Li Minbicê xeleka xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan
24 hezîran, 2024   18:29
MINBIC

Meclisa bajarokê Farat a kantona Minbicê xeleka xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li hola meclisê yê gundê Eseliyê li dar xist. Şêniyên bajarok û gundên wî beşdar xwendina parêznameyan bûn.

Hevseroka Meclisa bajarokê Farat Helîme Cuma ji ajansa me re diyar kir ku di xeleka îro de parêznameya 4'emîn a Rêber Abdullah Ocalan hat xwendin û dê parêznameyên 5'emîn û 6'emîn jî werin xwendin.

Helîme Cuma destnîşan kir ku armanc ji lidarxistina van xelekan belavlirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan li nav gel e û got: "Armanc ew e ku em sûdê ji fikirê ku Rêbertî ji bo wê têkoşiya wergirin."

Helîme Cuma diyar kir ku xelekên xwendin dê li hemû bajarok û bajarên kantonê li dar bikevin.

(mh)

ANHA