Li Moskovê navendeke lêkolînan şewitî: 7 kes mirin

Agir bi navendeke lêkolînên elektronîk li nêzî paytexta Rûsyayê Moskovê ket.

Li Moskovê navendeke lêkolînan şewitî: 7 kes mirin
24 hezîran, 2024   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê yên Rûsyayê da zanîn ku di şewata navendeke lêkolînan li nêzî Moskovê de 7 mirin.

Her wiha hat diyarkirin ku herî kêm 9 kes di qatên jorîn ên navendê de asê mane û nikarin birevin.

Wezareta Awarte ya Rûsyayê da zanîn ku wan herî kêm kesek rizgar kiriye û hewldanên rizgarkirina kesên asê mane dewam dikin.

(mh)