ˋRojnamevan wê her tim heqîqetê biparêzinˊ

Rojnamevanên ji bo şermezarkirina rojnamevanên ku ji ber qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin girtin, li ber edliyeya Stenbolê kom bûn û peyama “Rojnamevan wê her tim heqîqetê biparêzin” dan.

ˋRojnamevan wê her tim heqîqetê biparêzinˊ
22 kanûn, 2024   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Stenbolê 7 rojnamevan bi hinceta ku beşdarî daxuyaniya li Qada Şîşhane ya Beyogluyê ya ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin hatin girtin. Gelek rojnamevan ji bo şermezarkirina girtina rojnamevanan li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyanî dan çapemeniyê.

Rojnamegera serbest Zeynep Kuray diyar kir ku rojnamevan bi awayekî derhiqûqî hatin binçavkirin û got: "Bi darê zorê li me xistin û ji pişt ve destên me kelepçe kirin. Me bi saetan di wesayîtê de hiştin. Li qereqolê çêr li me kirin. Hiqûqa dijmin li ser me meşandin.”

Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Mahsun Saglam bi gotina "Ya girîng bîranîna Cîhan û Nazim bû" dest bi axaftina xwe kir û got: “Em ê heqîqetê biparêzin û parastina xwe bidomînin."

Daxuyanî bi dirûşmên "Nazim, Cîhan nemir in”, "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" û "Bêdeng nemînin wê dor were we” bi dawî bû.