Dîmena xistina balafira "Bayraktar" a dewleta Tirk

Navenda Ragihandinê yê QSDˋê dîmena balafira bêmirov a bi tîpa Bayraktar (TB2) ku li derdora pira Qereqozaqê ya başûrê bajarê Kobanê hate xistin, parve kir.

Dîmena xistina balafira "Bayraktar" a dewleta Tirk
1 ÇILE, 2025   22:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dîmena xistina xistina balafira bêmirov a bi tîpa Bayraktar (TB2) parve kir û der barê wê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ew balafirên bêmirov ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê me û hêzên me di dirêjahiya salên borî de komkujî pêk anîne û alaveke sereke ya êrişên dewleta Tirk a mêtinger bûn dê bibin hedefa hêzên me. Em ê bi tevahî rê û rêbazan û li gorî derfetên ku hêzên me bi pêş xistine, wan balafiran bixînin."

(fr)