DAIŞˊiyê berpirsê belavkirina tundrawiyê di nava zarokan de li Kampa Holê hat girtin

Hêzên beşdarî qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ bûn di serdegirtinekê de çeteyekî DAIŞˊê girt.

DAIŞˊiyê berpirsê belavkirina tundrawiyê di nava zarokan de li Kampa Holê hat girtin
4 sibat, 2024   00:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, operasyona serdegirtinê vê êvarê li Kampa Holê di çarçoveya qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ de pêk hat. 

Di vê operasyonê de hêzên beşdarî bûne, çeteyekî DAIŞˊê bi navê ˊEbû Ebdulmecîdˊ ku berpirsê belavkirina fikrê tundrawiyê di nava zarokên Kampê de ye û têkiliya wî bi serçeteyên DAIŞˊê yên li derveyî kampê re heye, hate girtin. Qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSDˊê û YPJˊê di 27ˊê Çileyê de bi armanca têkbirina şaneyên DAIŞˊê de li Kampa Holê dewam dike.

(fr)