Artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê 50 nuqteyên Hizbullah a Lubnanê kirin hedef

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka şerê li Xezayê ve zêdetirî 50 nuqteyên koma Hizbullah a Lubnanê li hundirê Sûriyeyê kirine hedef.

Artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê 50 nuqteyên Hizbullah a Lubnanê kirin hedef
3 sibat, 2024   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari daxuyand ku artêşê girîngî daye bersivdana li dijî êrişên Hizbullah a Lubnanê ku piştgiriyê dide tevgera Hemasê.

Par Îsraîlê 76 nuqte li xaka Sûriyeyê hedef girtin, di encamê de 152 leşkerên ji hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî Îranê hatin kuştin û 154 birîndar bûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka îsal ve 21 leşkerên Şamê û endamên girêdayî Îranê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

 (fr)