Gundê Seyade yê Minbicê tê topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Seyade yê Minbicê topbaran dikin.

Gundê Seyade yê Minbicê tê topbarankirin
4 sibat, 2024   00:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser rûpela xwe ya fermî daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi guleyên hawin û obîsan gundê Seyade yê bakurê Minbicê topbaran dikin.

Li gorî navendê, li eniyên şer topbaranên rojane hene, dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê ve êrişan pêk tîne.

(fr)