DAIŞˊê êriş kir: 6 leşkerên fîlîpînî hatin kuştin

Berdevkê artêşa Fîlîpînê Louie Dima Ela ragihand ku di pevçûnên artêş û çeteyên DAIŞˊê li başûrê welatê de 6 leşkerên fîlîpînî hatin kuştin.

DAIŞˊê êriş kir: 6 leşkerên fîlîpînî hatin kuştin
20 sibat, 2024   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Louie Dima Ela ji medyaya Fîlîpînê re got li nêzî bajarokê Munai yê li ser girava Mindanao ya li başûrê welat di navbera artêşa Fîlîpînê û çeteyên DAIŞˊê pevçûn derket, di encamê de 6 leşkerên fîlîpînî hatin kuştin.

Li gorî berdevkê artêşê, di encama serdegirtina artêşê ji terorîstan re ku guman dike DAIŞ e û berpirsê teqandina dêreke katolîk e, pevçûn derket.

(fr)