Li Minbicê îmze ji bo Rêber Abdullah Ocalan hatin komkirin

Xelkê kantona Minbicê li ser daxwaznameya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmze kir.

Li Minbicê îmze ji bo Rêber Abdullah Ocalan hatin komkirin
Li Minbicê îmze ji bo Rêber Abdullah Ocalan hatin komkirin
Li Minbicê îmze ji bo Rêber Abdullah Ocalan hatin komkirin
Li Minbicê îmze ji bo Rêber Abdullah Ocalan hatin komkirin
Li Minbicê îmze ji bo Rêber Abdullah Ocalan hatin komkirin
20 sibat, 2024   18:46
MINBIC

Komîteyên dilxwaz li Minbicê yên ji meclisên sivîl û komînan hatine avakirin, dest bi komkirina îmzeyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. Komkirina îmzeyan li bajêr dest pê kir û dê li tevahî gundewaran jî dewam bike. Ew yek di çarçoveya hemleya 9ˊê Sibatê hatiye destpêkirin de pêk hat.

Der barê mijarê de endamê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Mihemed Husam El Şewax axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe li dijî Rêber Abdullah Ocalan zêde kirin. Ji ber baweriya gel û kesan bi fikir û felsefeya Rêbertî di 10ˊê Cotmeha par de pêngaveke cîhanî ji bo azadiya wî ya fîzîkî hate destpêkirin û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tev li vê pêngavê bûn."

El Şewax wiha domand: "Em beşdarî gelek çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bûn. Ji van çalakiyan komkirina îmzeyan e ku dê ji YEˊyê re were şandin. Ev hemle bi awayekî fermî di 17ˊê Sibatê de ji hêla Însiyatîfa Gel ve hate ragihandin."

El Şewax wiha pê de çû: "Ev hemle li ser komîteyan hate belavkirin. Di wan komîteyan de saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hene û beşa mezin jî komîn e. Ji ber ku komîn nûnertiya piranî gel dike."

Yek ji xelkê Minbicê Hesen Hisên jî wiha got: "Em îro hatin da ku banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin û îmzeyên xwe biavêjin."

Hisên wiha dawî li gotina xwe anî: "Em şêniyên Minbicê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî dê tev li hemle û çalakiyan bibin."

(fr)

ANHA