Li ser riya azadiyê dayikek û kurê xwe

Zarokekî xwe di oxira jiyana azad de şand nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê, ew bixwe ket ser riya azadiya jinê û kurekî wê jî di eniya parastinê de kar meşand. Li gel kurê xwe bû hedefa nemerdan.

Li ser riya azadiyê dayikek û kurê xwe
4 îlon, 2024   04:10
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

23’yê Tebaxê (2024) li taxa Enteriyê ya li Qamişloyê, di sayereyekê de teqînek pêk hat. Di encama teqînê de dayika bi navê Xalîde Îsa û kurê wê Hejar Ednan Silêman şehîd bûn. 

Piştî lêkolînê hat fêmkirin kes an jî kesên bêbext (nemerd) mayînek di seyareyê de bicîh kiriye. Dema ku Xalîde û kurê xwe Hejar xwestine bi seyareyê biçin malê û bi rê ketine jî, mayîna ku ji berê de hatibû eyarkirin, teqiya û herdu şehîd bûn. 

LÊGERÎN Û XEBATA AZADIYÊ

Xalîde Îsa sala 1979’an li bajarê Tirbespiyê çavên xwe li dinyayê vekirine. Di malbateke ku 9 xwîşk û biran de, xwîşka mezin e. Lewma barê xwîşk û birayên xwe jî radikir, alîkariya 5 xwîşkên ku li pey wê hatine dinyayê kiriye.

Di 18 saliya xwe, ango sala 1997’an de zewicî ye û 4 zarokên (3 kur û keçek) wê hene. Wekî bi hezaran dayik û jinên Kurd ew jî di nava zordarî, pêpeskirin û êrişên dagirkeran de mezin dibe. Lewma lêgerîna wê ya azadiyê jî zêde bûye. Dema pêla şoreşa 19’yê Tîrmehê destpê dike jî, vê yekê wekî fersendek mezin dibîne û tevlî xebatan dibe.

Sala 2014’an wekî endama komîna Şehîd Cesûr a taxa Enteriyê dest bi kar kir û pişte 4 salan hevserokatiya komînê meşand. Di vê demê de hem karû barên komînê dimeşîne, hem jî di aliyê hişmendiyê de xwe pêş dixe, lêgerîna xwe zêde dike. Di encama vê têkoşîna xwe de jî derbasî xebatên Kongra Star dibe û wekî rêvebera Taxa Enteriyê tê erkdarkirin.

Heta dema şehadeta xwe jî, ev erka xwe dimeşand.    

‘ŞÎRETKARA MIN’

Dayika Şehîd Xalîde ya bi navê Xedîce Îsa keça xwe yekî, “Heval, rih û şîretkara min” binav dike û dibêje “Mîna çiyayekî ji hesin li pişta min bû.”

Hevjinê Xalîde Ednan Silêman jî diyar kir ku wan wekî malbat hêza xwe ji Xalîde digirt û her têkildarî rewşa herêmê û têkoşînê li malê gotubêj dikirin. Ednan Silêman wekî ku gotina xwe piştrast bike, wêneyên xwe, hevjîn û zarokên xwe yên di çalakiyan de hatine kişandin, nîşan dan.

Endama Kongra Star a Taxa Enteriyê Hindirîn Selîm a ku ji 2020`an ve Şehîd Xalîde nas dike jî, dibêje ku Xalîde rê nedida ti kêmasî di nava karê wê de derketin û xwe li ber xebatê berpirsyar didît.

KURÊN WÊ TEVLÎ REFÊN TÊKOŞÎNÊ BÛN

Şehîd Xalîde tenê li komîn û nava civakê kar nemeşandiye, wekî gotina “xwe nas bike” jiyanî bike, di nava malbatê de jî gelek ked daye. Di encama vê yekê de jî kurekî xwe di sala 2016’an de şandiye nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê.

Kurê wê Hejar Silêman ku di heman teqînê de şehîd bûye jî, ji sala 2014’an tevlî refên YPG’ê bûye û di pêngavên rizgarkirina Şengal (2014), Minbic (2016), Reqa (2016) û Tebqayê (2017) de cih digire. Di hemleya rizgarkirina Reqayê de ji lingê xwe birîndar dibe.

Sala 2018’an dibe endamê Hêzên Erka Xweparastinê, 2019’an jî dibe endamê Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

‘HEVALEKÎ FEDEKAR Û HÊJA BÛ’

Hevalê Şehîd Hejar Silêman û Şervanê YPG`ê Sîpan Qamişlo ku ji 2013’yan ve wî nas dike, şehîd Hejar Silêman wekî, “xortekî fedekar û bêqisûr ê di nava civaka xwe de” pênase kir û got: “Kesayeteke ku dikarîbû li şûna hevalên xwe kar bimeşîne bû. Bi vî awayî nêzê hevaltiyê dibû, hevalekî hêja bû.”

TÊKILIYA DAYIK Û KURÊ WÊ

Bavê Şehîd Hejar, Ednan Silêman bal kişand ku Şehîd Hejar û dayika wî Şehîd Xalîde wekî yek ruhê bi hevre bûn û wiha axivî: “Têkiliyek wan a wisa hebû ku bêjin, ‘eger mirin jî hebe, bila bi hevre be’. Şehadeta wan ji bo me gelekî giran bû. Me di ber welatê xwe de kêm ked daye, em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”

(a)

ANHA