Dagirkeran li Til Temirê xetên ceyranê kirin hedef

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundewarê Til Temirê xetên ceyranê kirin hedef, di encamê de ceyran qut bûye.

Dagirkeran li Til Temirê xetên ceyranê kirin hedef
24 mijdar, 2024   15:29
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji bajarê Til Temirê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Qibûr Qeracîne û Şêx Elî yên bakurê bajar taransên ceyranê topbaran kirin û di encamê de ceyran qut bûye.

Nûçegihanê me diyar kir ku ekîpên Navenda Ceyranê ya Til Temirê ji bo sererastkirina ziraran berê dan cihên topbaranê.

 (bb)