Dagirkeran li Şehbayê welatiyek birîndar kir

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundekî kantona Efrîn-Şehbayê de welatiyek birîndar bû.

Dagirkeran li Şehbayê welatiyek birîndar kir
1 hezîran, 2024   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh êvarî êrişî gundê Şêx Îsa yê kantona Efrîn-Şehbayê  kir.

Di encama êrişê de welatiyê bi navê Hisên Mehmûd Elya (60) ê ji bajarê Til Rifetê birîndar bû.

(bb)

ANHA