Kongreya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê hat talqokirin

Kongreya 4’an a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ku diviyabû îro dest pê kirba, hat taloqkirin.

Kongreya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê hat talqokirin
1 hezîran, 2024   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryar bû ku îro û sibe Kongreya 4’an a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dirûşma ’’Bi rihê Pêngava 1’ê Hezîranê em ê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiyê fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin’’ li bajarê Hesekê pêk hatiba.

Li gorî Komîteya Amadekar a Kongreya 4’an a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, kongre ku diviya îro (1’ê Hezîranê) destpê kiriba û sibe bi dawî bibûya,  ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hat taloqkirin.

Dema ku dê kongre were lidarxistin hîna diyar nebûye.

(bb)

ANHA