Dagirkeran 3 zarok qetil kirin

Di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundekî Eyn Îsayê de 3 zarok şehîd bûn.

Dagirkeran 3 zarok qetil kirin
20 cotmeh, 2024   14:48
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Fatsa yê dikeve rojhilatê bajarê Eyn Îsayê bi hawnan topbaran kir.

Di encama topbaranê de 3 zarok ku pez diçîrandin şehîd bûn.

Navên zarokên şehîd wiha ne: Mislit Zekî El Xedîb, Resûl Munadî El Xedîb, Feysel Xazî El Xedîb.

Temenên her sê zarokên şehîd 13 salî ne.

(bb)

ANHA