Dadgeha Lîbyayê peymana di navbera Debîbe û dewleta Tirk de betal kir

Dadgeha Lîbyayê peymana di navbera hikumeta Ebdulhemîd Debîbe û dewleta Tirk de betal kir.

Dadgeha Lîbyayê peymana di navbera Debîbe û dewleta Tirk de betal kir
19 sibat, 2024   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Temyîzê ya Terablusê ya li Lîbyayê peymana di navbera hikumeta Ebdulhemîd Debîbe û dewleta Tirk de betal kir. Peymana der barê hevkariya di warê hîdrokarbonan de berî 2 salan hatibû îmzekirin. Hikumeta Debîbe li hemberî biryarê dengê xwe nekir.

ˊTevgera 17'ê Çileyêˊ û saziyên nîştimanî yên li bajarê Misrate ya rojavayê Lîbyayê daxuyaniyeke hevbeş da. Di daxuyaniyê de banga beşdarbûna tevlêbûna diyalogên nîştîman de û avakirina hikumeteke yekbûyî ya nû ku çavdêriya hilbijartinan bike, hate kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêwîst e hilbijartinên demokratîk bên pêkanîn û desthilata leşkerî hatin redkirin.

 (mh)