Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' di roja 86'an de ye

Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê ya bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî’ dane destpêkirin, di roja 86'an de didome.

Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' di roja 86'an de ye
20 sibat, 2024   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 86’an de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di 27’ê Mijdarê 2023 di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” hate destpêkirin.

Girtiyên siyasî destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê Sibatê tecrîd neyê rakirin dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Girtiyên siyasî bi navê Denîz Kaya di 12’ê Sibatê de daxuyaniyeke din da û wiha gotin: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku dê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin. Lê belê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin. Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin.”