Li Efrîna dagirkirî revandin û xwestina fîdyeyan didome

Li Efrîna dagirkirî 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 welatî revandin û li hember bedana 2 welatiyên din hezar û 400 dolarên Amerîkî birin.

Li Efrîna dagirkirî revandin û xwestina fîdyeyan didome
Li Efrîna dagirkirî revandin û xwestina fîdyeyan didome
Li Efrîna dagirkirî revandin û xwestina fîdyeyan didome
Li Efrîna dagirkirî revandin û xwestina fîdyeyan didome
19 sibat, 2024   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriye a zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 welatiyên ji Efrînê revandin û heta niha çarenûsa wan nediyar e.

Rêxistinê destnîşan kir ku navên wan; Îdrîs Mihemed Bekir (47)ê ji gundê Goliya Jêrîn û yê din Rifet Mihemed Elî (50) yê ji Goliya Jorîn ên navçeya Reco ne.

Di heman çarçoveyê de çeteyên ˊPolîsên Sivîlˊ welatiya bi navê Reyhane Mihemed Elî Yûsif û Mustefa Mihemed Beter ên ji gundê Goliya Jêrîn piştî ku malbatên wan ji bo her yekî 700 dolar dan, berdan.

Rêxistinê destnîşan kir ku çarenûsa 3 welatiyan ji wan keça bi navê Zeyneb Silêman û Henîfe Silêman ji gundê Goliya Jêrîn û Goliya Jorîn piştî ku ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, heta niha çarenûsa wan nediyar e.

(mh)