Ji ber pevçûnan rêya Şam-Siwêda hat girtin

Piştî derketina pevçûnên eşîrtî ku heta demekê li nêzî herêma Mesmeye dom kirin û ji ber teqînên li nêzî nuqteyek "Ewlekariya Giştî" ya li nêzî herêma Buraqê, tevgera çûn û hatinê li ser rêya Şam-Siwêdayê rawestiya.

Ji ber pevçûnan rêya Şam-Siwêda hat girtin
9 hezîran, 2025   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî ji malpera "Siwêydayê 24" re ragihand ku piştî agahî hatin belavkirin ku di navbera eşîran de li nêzî herêma Mesmiye pevçûn derketin û li nêzî nuqteyeke "Ewlekariya Giştî" ya li herêma Buraqê teqînên sedemên xwe nenas çêbûn, rêya Şam-Siwêdayê rawestiya.

Li gorî agahiyên destpêkê, di navbera eşîrên El Biweydan û El Mesmiye de şer û pevçûn derketin.

(ac/fr)

ANHA