CPT: Tirkiye di 33 salan de 81 zarok li Başûr qetil kirin

Dewleta Tirk a dagirker her roj êrîşî başûrê Kurdistanê dike û mirovan qetil dike. Li gorî CPT’yê dewleta Tirk a dagirker di 33 salan de li başûrê Kurdistanê di êrîşan de 196 zarok kirin armanc û jê 81 zarok qetil kirin.

CPT: Tirkiye di 33 salan de 81 zarok li Başûr qetil kirin
15 îlon, 2024   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Di sala 1989’an de Neteweyên Yekbûyî (NY) 20’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Mafê Zarokan qebûl kir. Bi giştî li seranserê cîhanê 191 welatan ku dewleta Tirk jî di nav deye, peyaman ji bo parastina mafê zarokane îmzekirin.

Li gorî xal û peymanê, mafê hemû zarokan yê perwerde, tenduristî û parastinê heye, ew welatên îmzekirine jî divê li gorî peymanê tevbigerin. Tevî peymanê, dewleta Tirk bi awayek hovane agir diberde zarokan, guh nade ti peymanên ji bo parastina mafê zarokan hatine îmzekirin.

Li gorî daneyên Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li başûrê Kurdistanê-Iraqê (CPT), ji sala 1991’an heya niha, dewleta Tirk 81 zarok qetil kiriye û 115 jî birîndar kirine.

Tevî êrişên berçav yên dewleta Tirk ên li ser zarokan, lê heya niha jî rêxistinên taybet girêdayî zarokan, çi li Iraqê yan î li ser asta navnetewî be, dijî suc û êrişên dewleta Tirk dengê xwe dernexistine.

Me xwest em li ser mijarê bi Desteya Mafê Mirovan ya li Herêma Kurdistanê re bi axivin û çend pirsan ji wan bikin. Lê tenê di bersiva me de gotin; “Em şermezar dikin, sînorek ji bo me hatiye diyarkirin û em dervey wê nikarin ti karek din bikin.”

Ji xwe li ber çavê Hikumeta Iraq û ya Herêma Kurdistanê, zarok tên qetilkirin, lê ti helwestek nîşan nadin û xwedî li zarokan dernakevin. Berevajiyê vê bihevre destê xwe dixin destê dijminan û ji bo komkujiyan dibin alîkarê dijmin.