Cozêf Ewn: Êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê sûcên aşkera ne

Serokê Lubnanê Cozêf Ewn êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê bi "sûcekî giştî" û binpêkirina biryara navneteweyî ya 1701ˊê bi nav kir.

Cozêf Ewn: Êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê sûcên aşkera ne
6 mijdar, 2025   23:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Lubnanê Cozêf Ewn diyar kir ku êrişên hewayî yên Îsraîlê li ser başûrê welêt ne tenê li gorî bendên qanûna mirovî ya navneteweyî "sûc in, lê di heman demê de "sûcekî siyasî yê hovane" ye jî. Ewn destnîşan kir ku peyama Tel Avîvê ya têkildarî dan û standinê "gihîşt" wan.

Ewn diyar kir ku Lubnan der barê metoda dan û standinên aştiyane ji bo çareserkirian dozên bi Îsraîlê re girêk in, vekirî ye, lê Îsraîlê êrişên xwe li ser serweriya Lubnanê dewam dike û biryara navneteweyî ya 1701 bin pê dike.

Ewn bal kişand ser ku Îsraîlê ji dema peymana agirbestê ji par ve ketiye pratîkê, dan û standinên çareseriyê yên ji bo her du welatan redkirî nîşan dide.

Artêşa Îsraîlê li dijî neteyên leşkerî yên girêdayî Hizbullahê êrişên asîmanî li ser çend deverên başûrê Lubnanê, weke Kefer Donîn, Zotira Şerqî, Îta El Cebel, Têr Deba û Zaima, pêk anîbûn.

(ac/fr)

ANHA