Cotkarên zeytûnan ên ji Hemayê banga alîkariyê kir

Cotkarên zeytûnan ên ji Hemayê dibêjin berhema îsal kêm e, bi ser de jî mesrefa givaştinê zêde ye û piştgiriya hikumetê jî nîn e. Cotkaran ji bo cotkariya zeytûnan dewam bike, banga alîkariyê kir.

Cotkarên zeytûnan ên ji Hemayê banga alîkariyê kir
Cotkarên zeytûnan ên ji Hemayê banga alîkariyê kir
Cotkarên zeytûnan ên ji Hemayê banga alîkariyê kir
23 cotmeh, 2025   02:35
HEMA

Cotkarên parêzgeha Hemayê wekî herêmên din ên Sûriyeyê di vê demê de dest bi berhevkirina zeytûnan dikin. Îsal berhema zeytûnê pir kêm e. Tê gotin ev ji ber guhertina zêde ya rewşa hewa, hişkesaliyê û nexweşiyên çandiniyê ye.

Li gorî daneyên Gerînendetiya Çandiniyê ya Hemayê ya girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, rûbaera zeviyên bi darên zeytûnan hatine çandin, nêzî 75 hezar hektar e û cureyên zeytûnan ên wekî qeysî, soranî, diêbilî, sefrawî û xidêrawî lê hatine çandin. Hejmara darên zeytûnan li Hemayê derdora 12 milyonan e. Ji wan 10 milyon nû gihaştine asta berhemdariyê. Li gorî texmînan îsal berhem dê bigihêje 51 hezar tonî. Sala derbasbûyî berhem 90 hezar ton bû.

Li gundên rojavayê Hemayê cotkar metirsiya xwe tînin ziman û dibêjin hikumeta veguhêz piştgiriya wan nake û rewşa xwezayê bandoreke giran li xebata wan kiriye û mesrefa zêde ya pêdiviyên cotkariyê û bi taybet buhayê givaştina zeytûnan, barê wan zêde giran kiriye.

Li herêma Hemayê derdora ji sedî 80’yê zeytûnan tê givaştin û ji bo zeytê (rûnê zeytûnan) tê bikaranîn. Derdora 41 hezar ton zeytûn ji bo derxistina zeytê têne givaştin.

Cotkar dibêjin mesrefa zêde li ser berhemê dê bandorê li buhayê zeytê bike, ev jî barê cotkaran girantir dike.

Cotkarên Sûriyeyê li gelek herêman zeytûnan berhev dikin, lê li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, di serî de Efrîn, berhemên cotkaran li ber çavê wan têne dizîn û talankirin.

(dc)

ANHA