Ji bo pêşxistina hesabxwestinê û diyalogê li Sûriyeyê bangên navneteweyî

Cîgira nûnerê neteweyî ji bo Sûriyeyê banga pêşxistina hesabpirsînê û edaleta pêvajoya veguhêz û aşkerakirina aqûbeta windayan kir. Nûnerên ji DYAˊyê, Rûsya, Brîtanya û Fransayê jî bal kişand ser entegrekirina tevahî pêkhateyên welat, girîngiya diyaloga niştimanî û redkirina destwerdana derve.

Ji bo pêşxistina hesabxwestinê û diyalogê li Sûriyeyê bangên navneteweyî
22 cotmeh, 2025   22:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgira nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Sûriyeyê Necat Ruşdî got ku, têkildarî proseya edaleta pêvajoya veguhêz û hesabpirsînê û pêşketina di doza windayan de, pêwistî bi avêtina gavan heye. Necat Ruşdî destnîşan kir ku divê encamên komîteya Neteweyî ya Lêpirsînan a der barê bûyerên di Adarê de li peravê bûne werin parvekirin û tedbîrên şopandinên cidî bên avêtin ku sûcdar ji cezakirinê nefilitin. Ji ber ku, ji bo vegerandina baweriya Sûriyeyiyan, çareserkirina van dozan girîng e.

Necat hevdîtina fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri û îmzekirina peymana 10ˊê Adarê, dûre hevdîtina nûnerên QSD'ê bi wezaretên Hundirîn û Parastinê re pêşwazî kir.

Necat Ruşdî der barê rewşa Siwêdayê de banga bicihanîna nexşerêya 16'ê Îlonê kir û got ku her çareserî divê rêzê ji serweriya Sûriyeyê û yekitiya wê re bigire û mafên durzî û civakên bedewî misoger bike.

Necat Ruşdî destwerdana li Sûriyeyê nayê qebûlkirin û bang li dewletên herêmî û navneteweyî kir ku gavên ku gefan li serweriya Sûriyeyê dixwin neavêjin.

Girêdayî wê, Necat Ruşdî got ku pêvajoya veguhêz a Sûriyeyê ne li gorî hêviyên jinên Sûriyeyê bû, bi taybetî di hilbijartinan de ku jin bi rêjeyeke guncaw tê de beşdar nebûn.

Necat Ruşdî banga avêtina gavên cidî ji bo beşdarkirina jinan di cihên biryargirtinê de kir.

Di heman çarçoveyê de, nûnerê Amerîkayê diyar kir ku pêwîst e hikumeta veguhêz li ser pêşxistina yekitiya neteweyî û entegrekirina tevahî pêkhateyan bixebite û ji Şamê re got rakirina cezayên Amerîkayê qezenc bike.

Nûnerê Rûsyayê jî got ku pêwistiya Sûriyeyê bi piştgiriya navneteweyî heye, lê divê karûbarên hundirîn ên Sûriyeyê bêyî destwerdana derve, ji aliyê gelê Sûriyeyê ve werin çareserkirin.

Nûnerê Brîtanyayê jî diyar kir ku pêwîstî bi avakirina Sûriyeyeke aramtir heye. Her wiha nûnerê Fransayê jî got pirrengiya gelê Sûriyeyê banka welat e û bang kir ku girîng e alîkariyên mirovî bêyî astengiyan bigihînin tevahî Sûriyeyê.

(mh/fr)