Kombûna Jinan a Zenûbiya bi 11 hezar jinan re civiya

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi armanca birêxistinkirin û hişyarkirina jinan 814 civîn li Reqa û Tebqayê li dar xistin. Derdora 11 hezar û 565 jin beşdarî civînan bûn.

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi 11 hezar jinan re civiya
23 cotmeh, 2025   05:09
REQA
DÎMA MIHEMED

Kombûna Jinan a Zenûbiya di çarçoveya pêşxistina rola jinan û birêxistinkirina wan de 2 pêngavên berfireh li kantonên Reqa û Tebqayê li dar xistibûn. Di çarçoveya pêngavan de 814 civîn hatin lidarxistin û 11 hezar û 565 jin beşdarî wan bûn.

PÊNGAVA LI KANTONA TEBQAYÊ

Li Tebqayê pêngava bi dirûşma "Bi birêxistinbûna jinan ber bi civakeke hevgirtî ve" di 14’ê Tebaxê de dest pê kir û 14’ê Îlonê bi dawî bû. Pêngav 80 gund û tevahî taxên nava bajar girtine nava xwe. Di vê çarçoveyê de bi beşdariya 4 hezar û 660 jinan 337 civîn hatin lidarxistin. Civîn bi mijarên nîqaşkirina pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî yên jinan, tundiya li ser jinan, girîngiya peydakirina jîngeheke ewle ji bo jinan da ku karibin mafên xwe bi serbestî pêk bînin hatin lidarxistin. Di civînan de girîngiya fêrbûn û xweseriya aborî ya jinan û beşdariya wan di hemû qadên jiyanê de hatin vegotin.

REQA

Li kantona Reqayê jî pêngavê di 10’ê Tebaxê de dest pê kir û 10’ê Îlonê bi dawî bû. Pêngavê taxên kantonê û kampên koçberan girtine nava xwe. Di pêngavê de 477 civîn hatin lidarxistin. 6 hezar û 905 jin beşdarî civînan bûn. Di nav de 105 jin ên ji gundan bûn.

Di civînan de berfirehkirina beşdariya jinan di meclisan û navendên biryardanê de, pêşxistina wan ji warên aborî û civakî de hatin nîqaşkirin.

Jinên beşdar jî lidarxistina mîna van pêngavan wekî pêwîstiyek ji bo rêxisitinkirina jinan, parastina destekftiyên wan, mîsogerkirina beşdarbûna wan a çalakî, her wiha ji bo zêdekirina hişyarkirina wan û nasandina wan bi mafên wan ên bingehîn destnîşan kirin.

ENCAMÊN PÊNGAVÊ

Çend encamên pêngavê ku Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantonên Reqa û Tebqayê pêk anîn, wiha ne; pêşxistina hişmendiya jinên beşdarî civînên di çarçoveya pêngavê de hatin lidarxistin bûn, nerîn û nirxandinên di civînan de derketin bigihînin jinên din ên li gund û bajaran, pêşxstina rêxistinên jinan û mezinkirina rola wan di avakirina projeyên siberojê de.

Ji rêveberên Kombûna Jinan a Zenûbiya Buşra Mihemed diyar kir ku tevlêbûna jinan a civîna û balkêş bû û got, ev yek daxwaza wan a rasteqîn a pêkanîna guherîn û xwe rêxistinkirinê îfade dike.

Buşrayê got: "Em spasiya hemû malbatên ku beşdarî van civînan bûn û tevahî jinên ku  hêza xwe ya dayîna bêsînor nîşan dan dikin. Spas ji hemû kesên ku bawer dikin ku siberoja me bi gavên me yên hevpar dest pê dike."

Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya 12’ê Cotmehê pêngavek bi dirûşma "Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî ava bikin" dabû destpêkirin. Pêngav ku wek gaveke nû ya yekkirina hewldanên jinên Sûriyeyê ye, dê li gorî 3 qonaxan bi rê ve biçe û 12’ê Mijdara îsal bi dawî bibe.

(bb)

ANHA