Cotkarên Eyn Îsayê ji ber kêmbûna mîqdara tov gazinan dikin

Cotkarên bajarê Eyn Îsayê têkildarî kêmbûna mîqdara tovên ji wan re tên dayîn, gazin kirin. Gerînendetiya Çandiniyê jî diyar kir ku belavkirina tovan li gorî plana Desteya Çandiniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê.

Cotkarên Eyn Îsayê ji ber kêmbûna mîqdara tov gazinan dikin
Cotkarên Eyn Îsayê ji ber kêmbûna mîqdara tov gazinan dikin
Cotkarên Eyn Îsayê ji ber kêmbûna mîqdara tov gazinan dikin
Cotkarên Eyn Îsayê ji ber kêmbûna mîqdara tov gazinan dikin
21 mijdar, 2025   07:20
EYN ÎSA

Li herêma Eyn Îsayê cotkar xwe dispêrin çandiniya bejî, lê cotkarên ku zeviyên wan nêzî çemê Belîx in, çandiniya avî dikin. Hin cotkar jî bi rêya bîran zeviyên xwe av didin. Lê ev yek lêçûnê dike du qat û dihêle çandinî hewcedarî destkedayînê be.

Gerînendetiya Çandiniyê ya bajarê Eyn Îsayê genimê "sert û nerm" ji bo her tonekî bi 350 dolarî dide cotkaran û mazotê li gorî cureya jenetoran ji bo her lîtreyekê bi 1500 lîreyî dide cotkaran.

Girêdayî mijarê, cotkaran diyar kir ku ev destek li gel rewşên hişkesaliya li herêmê û zirarên li pey hev ên salên borî, têrê nakin. Cotkar Muhened Ehmed El Kurdî yê ji gundê El Sefer ê bajarê Eyn Îsayê diyar kir ku mîqdara tovê ji wan re hatiye pêşkêşkirin têrê nake, ji bo her donimekê 30 kîlo hatiye dayîn. Lê pêdiviya her donimeke zeviya avî bi 45 kîloyan heye. Bi wê re neçar dibin ku ji sûkan bikirin. Lê buhayê genim li sûkan ji bo her tonekê 425 dolar e.

Cotkar Mistefa Muslim jî anî ziman: "Rûberên ku em diçînin ji rûberên ruxsetkirî zêdetir in. Aliyên têkildar li gorî pîvanên xwe ruxseta rûbera ku diyar dikin, didin me. Mîqdara tovên gerînendetî li gel rewşên hişkesaliya herêmê ji me re pêşkêş dike têrê nake. Nîvê mîqdara tovan çûk dixwin, ev jî bandorê li şînbûnê dike.”

Hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê ya Eyn Îsayê Mistefa Boz diyar kir ku belavkirina tovan di çarçovaya plana Desteya Çandiniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk tê, ew jî ji bo her donimeke avî 30 kîlo û ji bo her donimeke bejî 20 kîlo ye.

Boz da zanîn ku ew ê mazota ji bo pêxistina jeneratorên avê dikişînin li ser 4 beşan bidin, ew jî li gorî cure û kapasîteya jeneratorê ye.

Boz di dawiyê de got ew di pêşkêşkirina piştgiriya cotkaran de li gorî derfetên heyî dewam dikin.

(fr)

ANHA