‘Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin’

Şêniyên bajarê Qinê destnîşan kir ku êdî sebra wan nemaye, ew azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin.

‘Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin’
21 mijdar, 2025   03:45
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Şêniyên bajarê Qinê yê kantona Firatê daxwazên xwe ên dîtina Rêber Abdullah Ocalan ji ANHA`yê re anîn ziman.

Behcet Mislim diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan 27 sal e li Îmraliye û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi dîlgirtina Rêber Apo re fikir û felsefeya wî tune bike, lê felsefeya Rêber Apo cîhan hejand.”

Mislim got hêviya gelê azadîxwaz azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e, ji bo wê berxwedan û têkoşîna xwe xurttir dikin.

Endilxenî Xelîl destnîşan kir ku hêviya wan azadiya Rêber Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Apo dide meşandin. Lê divê êdî mafê hêviyê ji Rêber Apo re were derxistin. Êdî sebra me neyame, em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin.”

Necla Derwîş jî diyar kir ku her tim li ser raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in û wiha got: "Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye, em ê her tim ji bo azadiya Rêber Apo tê bikoşin. Em bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo gihaştin vê astê.”

Bêrîvan Hiso jî anî ziman ku ew ê bi hemû hêza xwe têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misorger bikin nasekinin û wiha got: "Bi fikir û felsefeya Rêber Apo em ê têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin û azadiya wî misoger bikin, ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiyê hemû gelan e.”

ANHA