Cotkar ji buhayê genim nerazî ne: Têra lêçûna çandinê nake

Cotkarên li Girkê Lekê û Tirbespiyê têkildarî buhayê genim ku ji hêla hikumeta kemkî ve hatiye destnîşankirin, nerazîbûna xwe anîn ziman û diyar kir ku ew buha têra lêçûnên çandiniyê nake. Cotkaran daxwaza zêdekirina buhayê kirîna genim kir.

Cotkar ji buhayê genim nerazî ne: Têra lêçûna çandinê nake
Cotkar ji buhayê genim nerazî ne: Têra lêçûna çandinê nake
Cotkar ji buhayê genim nerazî ne: Têra lêçûna çandinê nake
20 gulan, 2026   07:30
QAMIŞLO
ROHAT XELEF – EBAS XELEF

Biryara hikumeta demkî ya destnîşankirina heqê kirîna toneke genim bi 46 lîreyên Sûriyeyê, di nav cotkarên Girkê Legê û Tirbespiyê de jî bûye sedema hêrs û nerazîbûnê.

Cotkarê bi navê Ehmed Xelef ji Girkê Legê diyar kir ku demsala çandiniyê ya heyî yek ji wan demsala çandiniyê ye, ji ber zêdebûna buhayên sotemeniyê û pêdiviyên çandiniyê. Xelef diyar kir ku cotkaran ji destpêka çandinê heta çinînê barên giran kişandine, lê di ser de jî buhayê diyarkirî ji ya ku tê hêvîkirin kêmtir e.

Xelef da zanîn ku buhayê heyî dê têra cotkaran neke ku windahiyên xwe vegerînin an jî di salên pêş de çandina genim bidomînin, û diyar kir ku vê biryarê zirar daye cotkaran, ji ber zêdebûna berdewam a lêçûnên sotemenî, tov, semad, avdanî û çinînê.

Ehmed Xelef bang li rayedarên têkildar kir ku biryarê ji nû ve binirxînin û buhayê kirîna genim bilind bikin, û destnîşan kir ku piştgiriya cotkaran ji bo parastina vê berhema stratejîk pir girîng e.

Cotkarê bi navê Şelal Xelef ji Girkê Legê diyar kir ku buhayê nû têra cotkaran neke, bi taybet ji ber zêdebûna lêçûnên veguhastin, avdanî û sotemeniyê îsal.

Xelf diyar kir ku berdewamiya van buhayan dê bihêle ku gelek cotkar qada çandina genim kêm bikin an jî ber bi çandiniyên din ve biçin.

Cotkarê bi navê Ebdulsetar Silêman ji gundê Tel Şeîr ê bajarê Tirbespiyê nerazîbûna xwe li hember buhayên kirîna genim ên desnîşankirî nîşan da, û diyar kir ku wî nêzîkî 12 donim genim çandiye û hemû pêdiviyên çandiniyê bi dolaran kirîne.

Cotkarê bi navê Gandî Sifûk ji gundê Tel Cîhan ê li gundewarê Tirbespiyê, ku nêzîkî 30 donim genim çandiye, got ku hemû pêdiviyên çandiniyê bi dolaran hatine kirîn.

Sifûk lê zêde kir ku ew deyndarê gelek kesan in û hêvî dikir ku dema demsala çinînê dest pê bike van deynan bide.

Sifûk diyar kir ku buhayê heyî yê ku ji bo genim tê pêşkêş kirin têrê nake û banga zêdekirina biayê kir da ku mafên cotkaran misoger bibe.

(k)

ANHA

GIRKÊLEGÊ

TIRBESPIYÊ