‘Destwerdanên derve û nakokiyên partiyan li pêşiya yekitiyê dibin asteng’

Hevserokê Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê Ednan Kalo diyar ku destwerdanên derve û nakokiyên partiyan li pêşiya yekitiya Kurdan dibin asteng û got ji ber vê yekê encamên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestê pêk nayên.

‘Destwerdanên derve û nakokiyên partiyan li pêşiya yekitiyê dibin asteng’
20 gulan, 2026   05:05
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Hevserokê Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê Ednan Kalo girîngiya yekitiya Kurdan nirxand. Kalo di destpêka axaftina xwe de got: "Di wextekê de ku li Rojhilata Navîn û cîhanê guhertin çêdibin, tê xwestin ku gelê Kurd yekitiya xwe çêke. Ev guhertin li ser gelê Kurd ferz dike ku ew jî ji aliyê siyasî de gavên pratîk biavêje. Sala 2025`an 10 mehan me amadekariyên Konferansa Yekhelwestî û Yekrêziyê kir. Ji destpêka Şoreşa Rojava (19`ê Tîrmehê) û destpêka aloziya Sûriyeyê ve ji bo yekitiya neteweyî bang tên kirin.

Konferans 26`ê Nîsanê 2025`an bi beşdarbûna 400 kesayetên siyasî, civakî, nûnerên partî û tevgerên serbixwe pêk hat. Dema ku me amadekariya konferansê dikir ji ber destwerdanên derve û helwesta partiyên muxalif me zehmetî dîtin. Bi konferansê re hewl hate dayîn yekitiya helwesta siyasî ya Kurdan çêbe, bibin xwediyê yek nêrînê û piştî hilweşandina rejîma Baasê ji nûve hevpeyman çêkin.”

Ji bo pêkanîna encamên konferansê Kalo wiha got: "Ji bo encamên konferansê pêk werin hîna ji ber helwestê di navbera partiyên kurdî û zextên derve de zehmetî hene. Partiyên kurdî zêdetirî xwe dixwazin yekitiya neteweyî çêbe lê hîna hinek partî naxwazin yekitî çêbe."

Kalo di nava gotinên xwe de anî ziman ku yekrêzî û yekhelwestiya kurdî gelekî girîng e û wiha got: "Di vê pêvajoyê de ku Rojava tê re derbas dibe yekrêzî û yekhelwestiya kurdî girîng e. Ji bo li pêşiya destwerdanên derve were girtin li Rojava û tevahiya Kurdistanê pêdivî bi yekitiya fikir, siyasî û yekhelwestiyê heye."

Di dawiya axaftina xwe de Kalo wiha got: "Ez bang li tevgerên siyasî dikim ku di vê pêvajoyê de nakokiyên xwe derbas bikin. Destûrê nedin kesek li pêşiya yekitiya kurdî bibe asteng û li ser xwîna şehîdan bazirganiyê bike. Eger nakokiyên partiyan bidomin dê bandorê li pirsgirêka kurdî bike. Bi yekitiyê dê çand, ziman, dîrok û civaka kurdî were parastin."

(np)

ANHA