Corîna biçûk wê xeyalê bavê xwe bi cih bîne

Şehîd Xwînrêj jiyana xwe xiste xizmeta gel û welatê xwe. Di hundirê xwe de 3 hêvî xêz kirin ku komkujiyê nedikarî şopên wê jê bibe. Hevjîna şehîd Xwînrêj got: "Keça me Corîn Xwînrêja nû ye dê xeyalên bavê xwe bi cih bîne.′′

Corîna biçûk wê xeyalê bavê xwe bi cih bîne
25 cotmeh 2023   03:38
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR- EBAS XELEF

Xwînrêj sala 1997′an li gundê Mêrga Mîra ya girêdayî herêma Dêrikê jidayik bûye. Di nava malbateke welatparêz de ku wekî dibistana têkoşîn û welatparêziyê tê wesifandin, mezin dibe. Malbat ji 7 xwişk û 5 bira pêk tê. Berxwedana zindanan a bi pêşengiya şehîd Mazlûm Dogan a sala 1982′yan, bandor li malbatê dike û di oxira doza gelê xwe de 10 şehîd dane.

Şehîd Xwînrêj ji malbata Temê ye ku bi têkoşîna xwe navdar e. Dapîra şehîd Xwînrêj, Uweyş bi eslê xwe Ereb nimuneya vê têkoşînê ye. Dayika Uweyş bi hezaran şoreşger û têkoşer li mala xwe hewandin. Mala wî mîna dibistan û cihê perwerdeyê. Her wiha odeyek mala xwe ji bo çekan û odeyek ji bo derman û dermankirina birîndaran veqetandibû.

Xwînrêj xwendina xwe ya seretayî li dibistana gundê Mêrga Mêra û ya navîn li gundên Xana Serî diqedîne. Jêhatîbûn û zîrketî yek ji sîfetên wî bûn û di dibistanê de serketî bû.

ÇIMA XWÎNRÊJ?

Desthilata Sûriyeyê ya Partiya Baas, navên Kurdan qedexe kiribû. Birayê şehîd Xwînrêj, Elî Temê diyar kir ku rejîma Baas nehişt navê Xwînrêj di belgeya malbatê de were tomakirin.

Temê got: "Heval bi navê Xwînrêj ji çiya daketibû, hat mala. Xwînrêjê me jî navê wî hevalê leheng rakir."

KENGÎ WÊ EW ROJ WERE EM BI ZIMANÊ DAYIKÊ BIXWÎNIN?′

Xwendina bi zimanê kurdî ku ji aliyê desthilata Baas′ê ve hatibû qedexkirin, yek ji xeyalên şehîd Xwînrêj bû. Hevrê zarokatiyê yê şehîd Xwînrêj, Dijwar Temê gotina wî bi bîr tîne ku gotibû "Gelo wê rojeke were, em bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û fêr bibin?′′

Bavê şehîd Xwînrêj, Mihemed Zekî Temê hin taybetmendiyên şehîd vegotin "Ji zarokatiya xwe ve aram bû. Bi xwendina xwe ve girêdayî bû  û wekî armanc danîbû pêşiya xwe. Di xwendinê de serkeftî bû û di refa 13′an de yê yekemîn bû.′′

Xwînrêj 3 salan beşêj jeolojiya li Zanîngeha Laziqiyê xwened, lê ji ber aloziya li Sûriyeyê nikarî xwendinê temam bike.

XWÎNRÊJ Û ŞOREŞ

Bi destpêka Şoreşa 19′ê Tîrmehê re,  Xwînrêj jiyana xwe ji bo pêşxistina şoreşê veqand. Di vê çarçoveyê de erka belgekirina kêliyên şoreşê bi kamereya xwe girte ser xwe.

Xwînrêj di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de gelek wezîfe wekî rêveberî û beşa têkoşîna li dijî sûcan girtin, her wiha li akademiyan ders didan.

Xwînrêj beşê hiqûq jî li Zanîngeha Rojava xwend, lê xwendin temam nekir. Dijwar Temê anî ziman ku Xwînrêj bi doza Kurd û fikrê neteweya demokratîk ve girêdayî bû.

TAYBETMENDIYÊN XWÎNRÊJ

Dijwar Temê behsa sîfetên şehîd Xwînrêjê kir û got, ji xweza û lawiran hez dikir û her tim ji bo parastina xwezayê bang dikir.

Bavê şehîd jî anî ziman ku Xwînrêjê di kar de cidî bû, agahiyên der barê hurguliyên karê xwe û cihê lê dixebite de, aşkera nedikir û ji xwendina pirtûkan hez dikir.

PIRANIYA DEMA XWE LI KAR DERBAS DIKIR

Xwînrêj sala 2020′an de dizewice û keçek wî bi navê Corîn 2 salî heye. Hevjîna şehîd Xwînrêj Rewan Xelef got: "Xwînrêj piraniya dema xwe li kar diborand. Me pir wî nedidît. Min jê re digot karê te zehmet e, em jî dixwazin te di nav xwe de bibînin. Dema Corîn hate dinê, Xwînrêj pir jê hez kir û pê ve hat girêdan. Îcezeya xwe ya li malê bi keça xwe re diborandin û li wê guhdarî dikir. Digot Corîn xeta sor e. Her kes ji zarokên xwe hez dike, lê çîroka Corîn û Xwînrêj cuda ye."

Li gorî Rewan El Xelef, wî û keça wê Corîn gelek roj bi tenê derbas kirin û wiha domand da axaftina xwe: "Piştî min têkoşîna Xwînrêj fêm kir, min ev zehmetî derbas kir. Min nas kir ku ev ji bo min ezmûnek bû, tecrûbeyek bû ku piştî şehadeta wî min hînî pir tiştan kir. Herî dawîn têgihiştim çawa bi tenê malê bi rêve bibin. Her wiha hîn bûm çawa berpirsyariya keça xwe bêyî hebûna bav, li welatekî di nava şeran de rakim."

Rewan anî ziman ku îsrara Xwînrêj ji bo wê bûye jêdera îlham û hêzê û wiha pê de çû: "Ez bi ezmûn û perwerdeyê ku Xwînrêj daye min serbilind im. Ji vê perwerdeyê hîn bûm çawa li hemberî zihmetiyên jiyanê bisekinim. Bila dijmin bi qetilkirina wî kêfxweş nebin, ji ber wê bi hezaran mîna Xwînrêj çêbibin."

CORÎN DEMA MEZIN BIBE WÊ VÎ XEYALÎ BI CIH BÎNE

Rewan destnîşan kir ku keça wê dê xayalên bavê xwe bi cih bîne  got: "Ez û Corîn amade ne. Corîn Xwînrêja nû ye. Xwînrêj dixwest bibe serbaz.  Corîn mezin bibe wê vî xeyalî bi cih bîne, dê biçe Akademiya Leşkerî ya Serbazan û dê xeyalê bavê xwe bike rastiyek. Dema keça min vê armancê bi cih bîne dê biçe ser gora bavê xwe yê şehîd, dê jê re bêje,  min bawernameya serbaziyê qezenc kir û xeyalê te bi cih anî."

3 HÊVÎ

Xwînrêj 3 hêvî li ser destê xwe xêz kirin, ku komkujî nikarî jê bibe. Birayê wî Elî Temê li ser van hêviyan wiha axivî: "Li ser destê xwe gotinên Hêvî, Armanc û Tu nivîsandibû. Hêviya wî dîtina Kurdistaneke mezin bû, armanca wî ya daîmî pêşxistina karê xwe bû. Dema komkujiyê me wateya wan xêzên li ser destê wî nas kirin."

8′ê Cotmehê, Xwînrêj tevî 28 hevreyên xwe di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Akademiya Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê ya li gundewarê Dêrikê de şehîd bûn û 28 endamên din birîndar bûn.

Bavê şehîd Xwînrêj di vê der barê de got: "Em çûn cihê êrişê, me dît Xwînrêj şehîd bûye. Heta me karî me hewl da birîndaran rizgar bikin."

Di 11′ê Cotmehê de cenazeyê şehîd Xwînrêj bi merasîmeke girseyî ji aliyê bi hezaran kesî ve li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.

′DÊ NIKARIBIN RÊYA ME BIGUHERIN′