Yekitiya Jinên Ciwan li Helebê kargeha karên destan vekir

Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma "Hilberandina bi desta jinan, hunera kurdî dewlemend dike" kargeha karê destan a Şehîd  Vejîn li Helebê vekir.

24 cotmeh, 2023   19:56
HELEB

Ji bo teşwîqkirina jinan ku mîrasa kurdî biparêzin, Yekitiya Jinên Ciwan kargeha karên destan a Şehîd Vejîn li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê vekir.

Di şahiya vekirinê de bi dehan nûnerên saziyên sivîl, komîn, meclis beşdar bûn.

Di şahiyê de endama Rêveberiya Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star Şîraz Silêman axivî û destnîşan kir ku ew piştgiriya jinên ciwan dikin û wiha domand: "Kargeh, reng û şarezeyên jinan xuya dike. Divê em berhemên jinan ji tunebûnê biparêzin."

Kargeh ji aliyê Şîraz Silêman ve hat vekirin. Çaverê ye ku gelek jinên ciwan di kargehê de kar bikin.

(şx)

ANHA