Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Medyaya erebî di rojevên xwe yê vê sibehê de geşedanên li Sûriyeyê, şerê li Rojhilata Navîn û bandorên wê yên aborî nirxandin.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
13 tîrmeh, 2026   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Pirsgirkên di pêvajoya veguhêz a Sûriyeyê, şerê li Rojhilata Navîn û bandorên wê li ser aborî û ewlehiya cîhanê rojevên sereke yên medyaya erebî in.

Rojnameya El Erebî El Cedîd bal kişand ser pirsgirêkên li pêşiya pêvajoya veguhêz a Sûriyeyê û diyar kir ku "Aramiya Sûriyeyê di siberojê de girêdayî bê ka hêzên siyasî çiqas dikarin pirsgirêkan çareser bikin û rêyek siyasî ava bikin, di encamê de ewlehî xurt bibe û saziyên dewletê ji nû ve ava bibin."

Rojnameya Independant Erebî jî bal kişand ser girîngiya avakirina dewletekê li ser bingehên qanûn û hevkariya ya neteweyî. Hate goitn, ji bo serkeftina qonaxa bê di Sûriyeyê de pêdivî bi beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê heye.

Rojnameya El Ereb jî derfetên xurtkirina aborî û vebûna Ereb û navneteweyî, wekî du faktorên bingehîn ji bo piştgiriya aramiyê û vejandina aboriya Sûriyeyê nirxand.

Rojnameya Şerq El Ewsat jî bal kişand ser şerê Amerîka û Îranê û bandorên wê li ser ewlehiya herêmê.

Rojnameyê El Ereb li ser mijarê diyar kir ku bandora rageşiyê tevgera navîgasyonê û bazirganiya navneteweyî tehdîd  dike, di heman demê de îhtîmalên berfirehbûna qada şer zêde dike.

Malpera Ereb News jî cih da aliyê aborî yê rageşiyê bilindbûna buhayê petrolê û tevliheviya bazara diravî.

Malperên din jî îşaret bi rageşiya leşkerî û bandorên wê li ser enerjî, veguhestin û bazirganiya navneteweyî kir.

(bb)