Ciwanên Şoreşger li Helebê daxwaza hevdîtina Rêber Apo kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Helebê ragihandin ku ew tev li kampanya, ‘’Ez dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’’ dibin û destnîşan kirin ku ew ê xeta têkoşînê heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bilin bikin.

Ciwanên Şoreşger li Helebê daxwaza hevdîtina Rêber Apo kir
Ciwanên Şoreşger li Helebê daxwaza hevdîtina Rêber Apo kir
Ciwanên Şoreşger li Helebê daxwaza hevdîtina Rêber Apo kir
Ciwanên Şoreşger li Helebê daxwaza hevdîtina Rêber Apo kir
Ciwanên Şoreşger li Helebê daxwaza hevdîtina Rêber Apo kir
Ciwanên Şoreşger li Helebê daxwaza hevdîtina Rêber Apo kir
Ciwanên Şoreşger li Helebê daxwaza hevdîtina Rêber Apo kir
Ciwanên Şoreşger li Helebê daxwaza hevdîtina Rêber Apo kir
Ciwanên Şoreşger li Helebê daxwaza hevdîtina Rêber Apo kir
25 tebax, 2025   22:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger, li Helebê bi dirûşma ‘’Ji bo avakirina civakeke demokratîk û misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan’’ ji bo pêngava aştiyê û daxwaza hevdîtina wî, çalakiyek li dar xistin.

Meş ji ber hola 8’ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir, şêniyên bajêr, endam û nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û ciwan beşdar bûn.

Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan bilind kirin û pankartên bi nivîsên "Ji bo avakirina civakeke demokratîk, em ê têkoşîna xwe xurt bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin" û "Em jî dixwazin Rêber Apo bibînin" hildan.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Sîdra Mihemed di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew dengê xwe bi navê jina azad û hemû kesên ku koletiyê qebûl nakin bilin dikin û got berdewamiya tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ne tenê binpêkirina qanûnan e lê ew sûcekî dîrokî ye.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed Nûr Elo anî ziman ku ku bidawînekirina tecrîda li  Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve,  hemû qanûnan binpê dike û bi sûcekî siyasî û exlaqî derheqê gelê ku daxwaza azadiyê dike û baweriyê bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan dikie, navand.

Nûr Elo di dawiyê de daxuyaniya tevgerê xwend ku tê de ragihand ew tev li kampanyaya navneteweyî ya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim” dibe. Her wiha Nûr Elo diyar kir ku kampanya, dengê nivîskar, rewşenbîr, tevgerên femînîst û ciwanan ji çar aliyên cîhanê li hev civand û ji bo bidawîkirina tecrîdê, bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, ev kampanya bangewaziya bilindkirina têkoşînê ye.

(ac/şx)

ANHA