Ciwanên Şoreşger civîna xwe ya nîvê salê li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger di civîna xwe ya nîvê salê de diyar kir ku azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bingeha têkoşîna tevgerê ye. Her wiha destnîşan kir ku pêdiviya qonaxa bê bi bilindkirina têkoşînê û rêxistinkirinê heye.

Ciwanên Şoreşger civîna xwe ya nîvê salê li dar xist
Ciwanên Şoreşger civîna xwe ya nîvê salê li dar xist
Ciwanên Şoreşger civîna xwe ya nîvê salê li dar xist
Ciwanên Şoreşger civîna xwe ya nîvê salê li dar xist
Ciwanên Şoreşger civîna xwe ya nîvê salê li dar xist
Ciwanên Şoreşger civîna xwe ya nîvê salê li dar xist
Ciwanên Şoreşger civîna xwe ya nîvê salê li dar xist
6 cotmeh, 2025   20:47
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê civîna xwe ya nîvê salê bi dirûşmeya "Azadiya Fîzîkî ya ya Rêber Ocalan Xeta Me ya Sor e" li dar xist. Civîn li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li bajarê Hesekê bi beşdariya endamên tevgerê yê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  hat lidarxistin.

Civîn ji bo nirxandina rewşa siyasî û rêxistinî, nirxandina xebatên nîvê salê, diyarkirina planên ji bo nîvê salê yê mayî, destnîşankirina qelsî û zehmetiyên ku tevger pê re rû bi rû ye, hat lidarxistin.

Civîn bi hilbijartinên endamên dîwanê û deqeyek rêzgirtin dest pê kir.  Piştre Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sarya Efrîn rewşa siyasî nirxand û destnîşan kir ku ev civîn di çarçoveya şopandina xebata ciwanan û pêşxistina planên stratejîk ên ji bo qonaxa pêş de hatiye lidarxistin.

Sarya destnîşan kir ku hewldanên tunekirina Kurdan û jiholê rakirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi ser neketin û got ew hewl didin bi rêya ramanên Rêber Apo doza xwe biparêzin û ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bixebitin.

Fermandara YPJ’ê diyar kir ku Tirkiye red dike ku rêyên rastîn ji bo diyalogê bi Rêber Abdullah Ocalan re veke û her rêkeftinek di navbera hikûmeta veguhêz û Rêveberiya Xweser de asteng dikin.

Sarya Efrîn bi domdarî destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide ezmûna demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe û got, dewleta Tirk dizane her modelek demokratîk a serketî li herêmê wê bandora wê sînordar bike.

Fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn bi gotina "Me li kêleka gelên xwe şerê çeteyan kir. Lê dixwazin me di nav artêşên xwe de tune bikin. Piştî ku bi êrişan bi ser neketin, dest bi derxistina fitineyê kirin" dawî li axaftina xwe anî.

Di civînê de sînevîzyonek li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan yênd der barê girîngiya pêşxistina xebata ciwanan û avakirina Sûriyeyek demokratîk de hatin pêşkêşkirin.

Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li bajarê Çilaxa Mîlad Akub, rewşa rêxistinî nirxand. Akub destnîşan kir ku qonaxa were pir hesas e û wiha domand " Guhertinên mezin li cîhanê rû didin. Dibe ku em şahidên şerekî nû yê cîhanî. Ji ber vê yekê divê em amade bin û xebatên xwe yên rêxistinî xurtir bikin."

Ji Ofîsa Rêxistinî ya Meclisa Ciwanan a PYD’ê Lîvar Esaad jî axivî û bal kişand ser qelsiyên di hin warên xebatê de derketeine.  Lîvar banga ji nû ve çalakbûna ciwanan kir û got, berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê ciwanan, divê ciwan welat û destkeftiyên wê biparêzin.

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Bêrîtan Roj, xebatên 6 mehan ên yekitiyê nirxand û destnîşan kir ku Yekitiya Jinên Ciwan dewreyên perwerde yên bîrdozî û pîşeyî organîze kirin û kariye xwe bigihîne beşek fireh a jinên ciwan.

Di dawiya civînê de plansaziya 6 mehên pêş hat diyarkirin.  Bal hat kişandin ser ser xurtkirina rêxistinê, berfirehkirina bingeha xebata ciwanan û çareserkirina pirsgirêkên heyî. Her wiha hate gotin, berdewama avakirina Sûriyeya demokratîk a azad xwe dispêre enerjiya jin û ciwanan

(ac/bb)

ANHA