Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga rakirina dorpêçê kir

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe da satirên axî yên ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatine danîn û li hemberî girtina rêyan û dorpêçê xwepêşandan li dar xist.

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga rakirina dorpêçê kir
6 cotmeh, 2025   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me da zanîn ku bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo şermezarkirina dorpêçê û girtina rêyên li ser herdu taxan, xwepêşandan li dar xist.

Şêniyan li ber satirên axî yên ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve  hatine danîne xwepêşandan li dar xist.

Di xwepêşandanê de şêniyên sivîl banga vekirina rêyan û derbasbûna Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) kir.

(mh)