Li herêmên hikumeta veguhêz 2 kes hatin kuştin

Li Şam û Derayê yên di bin kontrola  hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de 2 kes hatin kuştin.

Li herêmên hikumeta veguhêz 2 kes hatin kuştin
6 cotmeh, 2025   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

 Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li bajarê Dimêr ê gundewarê Şamê çekdarên nenas gule li ciwanekî 30 salî barandin û wî qetil ki.

Heman navendê diyar kir ku ciwan li ser terektoreke çandiniyê dixebite, di mala xwe de hat qetilkirin, lê sedemên qetilkirina wî nehatin zanîn.

Li gorî SOHR’ê li gundewarê Derayê jî karmendekî  saziya gumrikê ya hikumeta veguhêz ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.  Li gor agahiyên SOHR'ê, bûyer ji ber sedemên kesayetî, nexasim ku gelek karmendên gumrikê" bi qaçaxciyên çekan re têkildar in, pêk hat.

Li gorî amarên SOHR'ê, ji destpêka îsal ve 303 sûc hatine pêkanîn. Di encamê de  26 zarok û 47 jin di nav de 341 kes hatine kuştin.

(mh)