Ciwanên Başûrê Kurdisatanê piştgirî da şervanên YPJ-YPG’ê

Komeke ciwanên Başûrê Kurdistanê berxwedana gel û şervanên Rojava silav kir. Ciwanan bi rêya peyamekê û stranan piştgiriya xwe da şervanên YPJ-YPG`ê.

 Ciwanên Başûrê Kurdisatanê piştgirî da şervanên YPJ-YPG’ê
24 ÇILE, 2026   15:12
QAMIŞLO

Piştî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê komên çete yên girêdayî hikumeta demkî yên bi desteka dewleta Tirk a dagriker, bi deh hezaran Kurdên li tevahî cîhanê piştgirî û destekê dide gel û şervanan. 

Komeke ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriyê bidin şervanên YPG-YPJ’ê peyamek şand û berxwedana şoreşa Rojava, li her çar parçeyên Kurdistanê û li gelê Kobanê silav kir û da zanîn ku ev berxwedana ku tê kirin, giranbuha û pîroz e û got: “Bijî Kurd û Kurdistan.”

Di dawiyê de bi stranan piştgirî dan berxwedana gel û şervanan a li Rojava û sloganên “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

(re)

ANHA