Li Humsê jinek hat qetilkirin

Li bajarê Humsê jinek ji aliyê komeke çekdaran ve hat qetilkirin.

Li Humsê jinek hat qetilkirin
24 mijdar, 2025   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji Humsê ragihandiye, komeke çekdar jineke Elewî ya bi navê dayika Fehed tê naskirin, qetil kir.

Nûçegihana me da zanîn ku jina bi navê dayika Fehed, dema li belkona mala xwe sekinî bû, ji aliyê komek çekdaran ve hat gulebebarankirin û di cih de jiyana xwe ji dest da.

Bûyer li kolana 19’an a taxa Kerem El Zeyût a bajarê Humsê rû da.

(bb)

ANHA