Şêniyên Girkê Legê: Bila pêkhateyên Sûriyeyê neyên paşguhkirin

Pêkhateyên Girkê Legê got ew daxwaza destûreke ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê misgor bike û kesekî paşguh neke, dikin.

Şêniyên Girkê Legê: Bila pêkhateyên Sûriyeyê neyên paşguhkirin
27 gulan, 2026   03:25
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Selma Îbrahîm got: "Gelê Kurd bi salan ji mafên xwe yên neteweyî û çandî hat mehrûmkirin. Di destûrên berê yên Sûriyeyê de mafên gelê Kurd nehatibûn misogerkirin. Di destûra nû yê Sûriyeyê de divê mafên gelê Kurd werin misogerkirin. Gelê Kurd jî mîna hemû gelan e, ji mafên wan e ku bi zimanê xwe baxivin, nasname û çanda xwe biparêzin. Her wiha garantiya misogerkirina mafên gelê Ereb, Suryan, Ermen û hemû pêkhateyên Sûriyeyê were dayîn."

Serdar Omer jî got: "Di vê pêvajoyê de divê bi lez dest bi amadekariyên destûreke Sûriyeyê ya nû bikin. Di vê destûrê de mafên hemû pêkhateyan were misogerkirin. Gelê Kurd ên Sûriyeyê ti carî parçebuyîn nexwestine. Ew li ser bingehê jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan û demokrasiyê xwe birêxistin kirin. Pêdiviya Sûriyeyê bi destûrekî ku hemû pêkhateyan bigire hundirê xwe, heye. Em dixwazin li Sûriyeyê aştî, aramî û edalet bi pêş bikeve."

Wicdan El Hiso jî got: "Divê li ser bingeha wekhevî, edalet û pirrengiyê destûrê Sûriyeyê were amadekirin. Di destûrê de mafên pêkhateya Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û hwd werin misogerkirin. Ji bo aramî li Sûriyeyê çêbe divê li ser bingehê jiyana hevbeş destûr were amadekirin û pêkhateyên Sûriyeyê neyên paşguhkirin."

(np)

ANHA