Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Yekitiya Jinên Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li gundewarê Kobanê meşek li dar xist.

9 nîsan, 2025   14:09
KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji bo azadiyê dem dema pêşengtiyê ye" li bajarê Qinê ya li rojavayê Kobanê meşek li dar xist.

Meşê ji destpêka bajarê Qinê dest pê kir. Bi dehan şênî, ciwan û xwendekarên tevlê meşê bûn wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Yekitiya Jinên Ciwan hildan û bê navber sloganên "Bê Serok Jiyan nabe","Berxwedan jiyane", "Bijî berxwedana Îmralî" qîriyan.

Meş heta çarxerêya bajêr berdewam kir, piştî deqeyek rêzgirtinê ji rêveberên Meclisa bajarê Qinê Tarîvan Xelîl axivî.

Tarîvan Xelîl diyar kir ku ew ê bi têkoşîn û berxwedana xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û wiha pê de çû: "Çawa ku gelê me zêdetirî sê mehane li bendava Tişrînê li ber xwe dide, em jî bi çalakiyên xwe daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bixwazin. Em ê ji 7 salî heta 70 salê li ber xwe bikin."

Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(sş/k)

ANHA