Beşa duyemîn a hêzên leşkerî ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd derketin

Beşa duyemîn a hêzên leşkerî îro ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê derketin û ber bi Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ketin rê.

Beşa duyemîn a hêzên leşkerî ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd derketin
Beşa duyemîn a hêzên leşkerî ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd derketin
Beşa duyemîn a hêzên leşkerî ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd derketin
Beşa duyemîn a hêzên leşkerî ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd derketin
Beşa duyemîn a hêzên leşkerî ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd derketin
Beşa duyemîn a hêzên leşkerî ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd derketin
Beşa duyemîn a hêzên leşkerî ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd derketin
9 nîsan, 2025   13:54
HELEB

Beşa duyemîn a hêzên leşkerî yên li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd , ku ji nêzî 500 şervanan tevî alavên wan yên leşkerî pêk tê  di van kêliyan de ber bi Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi rê ketin.

Di 1’ê Nîsanê de Meclîsa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi desthilata Şamê re peymanek ji 14 xalan pêk tê îmze kir. Çend bendên sereke hatine cîbicîkirin, wek pevguhertina beşa yekem a girtiyan û derketina hêzên leşkerî.

Yekemîn bendên peymanê di 3ê Nîsana 2025an de hate cîbicîkirin, ku  243 dîl hatin pevguherin (146 sivîl û leşkerên ji Hêzên Sûriya Demokratîk û 97 endamên desthilata Şamê).

Di 4’ê Nîsanê de yekemîn beşa hêzên leşkerî ku ji nêzî 400 şervanên jin û mêr pêk tê, bi hemû alavên xwe yên leşkerî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.

ANHA