Li Derayê wesayîteke leşkerî ya hêzên Şamê hat rûxandin

Pevçûna di navbera çekdarên xwecih ên Derayê û hêzên hikumeta Şamê di roja 2'yemîn de li nêzî şaxê "Ewlekariya Dewletê" didome. Di encamê de wesayîteke leşkerî ya hêzên Şamê hat rûxandin.

Li Derayê wesayîteke leşkerî ya hêzên Şamê hat rûxandin
8 mijdar, 2024   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku pevçûna di navbera çekdarên xwecih ên Derayê û hêzên "Ewlekariya Dewletê" yên hikumeta Şamê de, li bajarê Enxul ê bakurê Derayê di roja 2'yemîn de didome.

SOHR'ê destnîşan kir ku di pevçûnan de topên RPG hatin bikaranîn û wesayîteke hêzên hikumeta Şamê ji aliyê çekdaran ve hat rûxandin.

Çekdaran rêya Casim - Enxul û Casim - Nimir ên bakurê Derayê qurt kiribûn da ku zextê li hikumeta Şamê bikin ku ciwanê ji bajarokê Kerik ê ku berî hefteyekê li başûrê Şamê hatibû girtin, berde.

Ji destpêka îsal ve di encama bûyerên Derayê de 306 bûyerên têkbiriba ewlehiyê hatine pêkanîn û 288 kes hatine kuştin.

(mh)