Civîna Meclisa Rêveber a têkildarî Hevpeymana Civakî dest pê kir

Civîna Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser tê lidarxistin. Tê payîn ku di civînê de Hevpyemana Civakî jî bikeve dengdanê.

Civîna Meclisa Rêveber a têkildarî Hevpeymana Civakî dest pê kir
Civîna Meclisa Rêveber a têkildarî Hevpeymana Civakî dest pê kir
12 kanûn, 2023   11:01
REQA

Beriya çend kêliyan civîna 91′an a Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. 

Hevpeymana Civakî ya ji aliyê komîteya berfireh a sazkirina hevpeymanê ve hatiye nivîsansin û ji bo meclisê hatiye pêşkêşkirin, dê di civînê de bikeve dengdanê. Di civînê de Desteya Serokatiya Meclisa Giştî, nûnerên meclisên qanûnsaz ên her heft rêveber û meclisên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar in.

Civîn bi xwendina danezana têkildarî çawaniya sazkirina hevpeymanê û şêwazên dengdayînê ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî Yasir El Silêman ve dewam dike.

Tê payîn ku reşnivîsa Hevpeymana Civakî were xwendin û bendên wê yek bi yek bikevin dengdanê.

(bb)

ANHA