Civîna damezirîner a Meclisa Perwerde û Fêrkirinê dest pê kir

Di çarçoveya pêkanîna madeya 98'an a Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, civîna damezirîner a Meclisa Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Çaverêye civîn sibe bi hilbijartina endam û hevserokatiya wê, erêkirina rêziknameya wê bi dawî bibe.

Civîna damezirîner a Meclisa Perwerde û Fêrkirinê dest pê kir
Civîna damezirîner a Meclisa Perwerde û Fêrkirinê dest pê kir
Civîna damezirîner a Meclisa Perwerde û Fêrkirinê dest pê kir
Civîna damezirîner a Meclisa Perwerde û Fêrkirinê dest pê kir
Civîna damezirîner a Meclisa Perwerde û Fêrkirinê dest pê kir
15 mijdar, 2024   17:19
REQA

Di çarçoveya pêkanîna madeya 98'an a Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, civîna damezirîner a Meclisa Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Zanîngeha Şerq a bajarê Reqayê hate lidarxistin.

Di civînê de endamên desteyên perwerde û fêrkirinê yên 7 kantonên herêmê, endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Hemahengiya Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yekitî û saziyên bi perwerde û fêrkirinê re têkildar in, beşdar bûn.

Civîna dê 2 rojan bidome. Di serî de peyamên li ser girîngiya pêşxistina pêvajoya perwerdehiyê û girîngiya damezirandina Meclisa Perwerde û Fêrkirinê di vê qonaxê de, hatin xwendin.

Endamê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Firatê Ehmed El Ehmed qanûn û erkên Meclisên Rehendên Neteweya Demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwendin.

Di roja duyemîn a civînê de, meclis dê were damezirandin, rêziknameyê were nîqaşkirin û erêkirin û endam û hevseroketiya meclisê werin hilbijartin.

Li gorî bendên Peymana Civakî, Meclisa Perwerde û Fêrkirinê ji nûnerên sazî û aliyên bi perwerde û fêrkirinê re têkildar in, nûnerên Meclisa Zanîngehê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Saziya Mînhacan, Saziya Ziman, Yekitiya Mamosteyan, nûnerên Desteya Fêrkirinê, nûnerên komîn û meclisên gel û nûnerên Yekitiya Xwendekaran, pêk tê.

Pêşxistina projeyên perwerdeyê, metaryal ji bo beşên civakê, saziyên têkildarî, vekirina akademiyan ji bo gihandina kadroya perwerdeyê, ji erkên meclisê ye.  

(mh/şx)

ANHA